Cîhan

H’elebê h’emû tiştî bike, ku piştgirîyê bide zyank’êşê ji opêrasîonên T’irk’îyaê:Jîrayr R’êîsyan

Kirinên T’irk’îyaêye bona cime’ta Sûrîyaê çawa yên qebûlnekirinê tên h’esabê çawa êrîşa dijî yektîya têrîtorîyaên Sûrîyaê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê Sûrîyaêyî ermenî Jîrayr R’êîsyan gotîye. “Sûrîya ne me’nîyê pêşda tîne, ne ku êrîşa wî cûr’eyî qebûl dike. Sûrîya li ser wî meremîye, ku t’opraxên xwe azake. Em hazirin piştgirîyê bidine h’emû zyank’êşa, dixwezî ew ermenîbin, dixwezî ew miletên mayînbin”,-Jîrayr R’êîsyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî ev kirinên T’irk’îyaê wê neqewînbûnê pêşda bînin, çi jî Enqera r’esmî dixweze. “Ev yek xwestina T’irk’îyaêye. Nava h’emû we’deyîda T’irk’îyaê cêr’ibandîye nava ava şêlûda me’sîya bigre. Cime’ta Sûrîyaê li ser wê qirarêye, ku têrîtorîyaên xwe bide dasekinandinê, R’êîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button