SerekeSîyasî

Misirê pêşnîyar kirîye, ku girêdayî opêrasîona T’irk’îyaêye li Sûrîyaêr’a şêwira lîga dewletên e’reba berevkin

Misirê bang kirîye, ku lez şêwira lîga dewletên e’reba berevkin,  destpêka opêrasîona T’irk’îyaêr’a, ya li Sûrîyaê. Derheqa wê yekêda nava e’lametîya wezîreta Misirêye k’arên derda hatîye gotinê.Em bêjin,wekî r’oja çarşemê avîyasîya T’irk’îyaê opêrasîona leşkerî dijî k’urdên bakûrê Sûrîyaê destpê kirîye. Bajar’ên R’as Êl Aynê û T’êl Abyadê dane ber bomba. “Misir agrêsîa leşkerîye li ser têrîtorîya Sûrîyaê berk’ şermezar dike.Ev gav tê h’esabê çawa êrîşa li ser dewleta e’rebaye sûvêrên”,- nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button