Cîhan

Nava t’e’lîmên ermenîya-r’ûsaye leşkerîda bombên ermenîye 5OO kîlogiramê hatine xebitandinê

Li cîyê t’e’lîmaye bi navê “ Bag’ramyan” wextê t’e’lîmên ermenîya-r’ûsaye leşkerî bombên 5OO kîlogiramê hatine xebitandinê, yên ku li Ermenîstanê hatine çêkirinê. Derheqa wê yekêda k’atibê prêssyaê, yê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.Ewî gotîye,wekî teyarên r’ûsaye “SÛ-25” bombên ku li Ermenîstanê hatine çêkirinê, avîtine û wextê t’e’lîma gihîştine meremê xwe. Wextê wan t’e’lîma opêrasîonên him yê xwep’arastinê, him jî yê êrîşkirinê hatine mîyasekirinê, t’evî k’ajana bûne êp’êce têxnîka li ser e’rdê û ya hewê. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button