Cîhan

Nîkol P’aşînyan: civaka navnet’ewî gerekê mecala bide xebatê, ku opêrasîona T’irk’îyaêye neqanûnîye li Sûrîyaê bide sekinandinê

K’omara Ermenîstanê êrîşa T’irk’îyaêye li Sûrîyaê berk’ şermezar dike.Derheqa wê yekêda wextê civîna h’ukumata li Ermenîstanê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Duh qewatên T’irk’îyaêye sîlih’kirî êrîş birine li ser K’omara Sûrîyaê.Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der îdî bi e’lametîya anegorva pêşda hatîye, û ez dixwezim careke mayîn jî bidime dîyark’irinê,wekî K’omara Ermenîstanê wê yekê berk’ şermezar dike û em r’ûê wî h’alîda xemgînin, çimkî bi qîmetkirina me bi wê kirina T’irk’îyaê krîzîsa li Sûrîyaê wê diha k’ûrbe.Em bangî civaka navnet’ewî dikin, ku mecalên anegor bêne xebitandinê bo ku ew kirina neqanûnî bê sekinandinê û mafên welatîyên Sûrîyaê, nava wanda net’ewên kêmjimar bêne p’arastinê”,-P’aşînyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî piştî civînê ewê h’alê li bakûrê Sûrîyaê gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button