Cîhan

A. Grîgoryan t’evî dêlêgasîya t’eşkîleta hevk’arîya Şanhayê pirsa sertbûna h’alê li r’êgîonê gotûbêj kirîye

K’atibê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan  dêlêgasîya bi serk’arîya sedirê sîstêma r’êgîyonêye dijî têr’orîzmê, ya t’eşkîleta hevk’arîya Şanhayê Cûmaxon Gîyosov qebûl kirîye. Hatîye r’agîhandinê,wekî destpêka r’asthatinêda Grîgoryan dêlêgasîya silav kirîye û gotîye,wekî Ermenîstan bona mecalên k’ûrkirina p’êwendîya h’ewask’are. Bi wê yekêva t’evayî k’atibê şêwira bêqezîyabûnê guhdarîya mêvana t’eglîfî li ser h’alê li r’êgîonêyî sertbûyî kirîye, yê ku r’ûê êrîşa T’irk’îyaêye li ser K’omara Sûrîyaê pêşda hatîye.Ermenîstan dijî wan kirinaye û bangî civak navnet’ewî dike, ku gavên praktîk bêne avîtinê. Armên Grîgoryan r’ol û k’emala hevk’arîya navnet’ewîye nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê girîng h’esab kirîye û nava vê h’emtêk’stêda derheqa girîngîya t’eşkîletêda xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button