Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî r’oja yekşemê dêlêgasîya opozîsîya Sûrîyaê, bi serk’arîya serokê h’eja “Sûrîya sibê” Ah’med Carba bona gotûbêjkirina h’alê li Sûrîyaê qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê, Barzanî û Carba fikirên dora h’alê neh’îyên k’urdaye li Sûrîyaê p’evguhar’tine û derheqa lez sekinandina şer’ê li wir û dîtina r’îya h’elkirina pirsêye bi r’îya e’dil dane dîyarkirinê. Wana usa jî her cêr’ibandineke bona h’ukumkirina li ser dêmografîya neh’îyên k’urda înk’ar kirine.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close