H’emû nûçe

K’urdên Ermenîstanê bi de’wkirina guhdarîya dewletên mezine li Sûrîyaê ne’me t’eslîmî baylozxana ŞAY kirin

K’urdên li Ermenîstanê bêdengîya dewletên mezin, ya hindava agrêsîya eskerê t’irkaye hindava k’urdên Sûrîyaê şermezar dikin. Wana guhdarîya ŞAY jî t’eglîfî li ser wê yekê kirin, ne’me t’eslîmî baylozê ŞAY kirin, k’îjanêda de’wek’arîya xwe r’aber kirine. Îro, 15-ê cotmehê li ber baylozxana ŞAY-ye li Ermenîstanê mîtîng derbaz bû. “Em h’emû jî mînanî merivekî qet’ilkirinên seroketîya t’irka, sîyasîya merivkujîyê şermezar dikin û bangî civaka navnet’ewî, dewletên mezin dikin, ku hema deqekê berjewandîyên xwe daynine alîkî û destê t’irkaye nava xwînêda bigrin û bêjin, ku bese sed sala carekê hindava cime’tên cuda-cuda k’omkujîyê mîyaserkî”,- parlamêntvanê k’urd, yê pardlamênta Ermenîstanê Kinyazê H’emîd gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî seroketîya t’irka r’oja îroyîn sîyasîya t’unekirina k’urda pêşda dik’işîne û dixweze t’opraxên k’urda hilde û li wir ji sê mîlîona zêdetir îslamîsta cîwarke. “Ew yekê wê pêşer’ojêda bona  cime’tên t’emamîya dinîyaê  bibe qezîya, nava wanda usa jî bona ŞAY û R’ûsîyaê. Em îro li vir berev bûne û em sîyasîya ŞAY-ye ner’aste hindava cime’ta k’urd şermezar dikin. Em berbir’î civaka navnet’ewî, dewletên mezin dibin, em bêdengîya civaka navnet’ewî şermezar dikin, usa jî ya dewletên mezin, nava wanda usa jî ŞAY, ya ku k’urd pêşîya t’irka t’enê hişt”,- Kinyazê H’emîd gotîye. Serokê “K’urdistan komîtê” Silo Dirboyan ji navê k’urdên Ermenîstanê ne’me t’eslîmî xebatk’arê baylozxana ŞAY kir, yên ku soz dan,wekî wê paşê caba wê ne’mê bidin. Silo Drboyan daye dîyarkirinê,wekî nava ne’mêda usa jî pirsa girtina r’îya T’irk’îyaêye hewê hatîye dîyarkirinê û paşê jî serda zêde kirîye,wekî gerekê gav bêne avîtitnê, ku şer’k’arîyê dijî sîyasîya Êrdog’an pêşda bibin. T’evbûên mîtîngê slogana “Êrdog’an merivkuje” pêşda dik’işandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button