SerekeSîyasî

Moskva:T’irk’îya yektîya têrîtorîyaên Sûrîyaê xweyî nake

Alîk’arê serokê R’ûsîyaêyî li Sûrîyaê Yûrî Ûşakov gotîye,wekî bi fikira wî opêrasîyona t’irkaye li Sûrîyaê bi t’emamî yektîya  xweykirina têrîtorîyaên Sûrîyaê dîyar nake. Ûşakov gotîye,wekî wîr’a e’yan nîne, ku gelo hene ew “xetên sor” k’îjanêr’a T’irk’îya gerekê derbaz nebe. Ewî gotîye,wekî ew t’enê haj pê heye ku li baza R’ûsîyaêye li Sûrîyaê hevr’axeberdan di navbera Damişqê û wek’îlên k’urdada derbaz bûne. Lê nehê cotmehê serokê T’irk’îyaê opêrasîon destpê kir.Meremê t’irka ewe, ku bi k’ûraya 3O-35 kîlomêtra zona bêqezîyabûnê sazkin. Xêncî wê yekê Êrdog’an dixweze bajar’ê K’obanê dagirke, k’urda ji wandera derxe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button