Cîhan

Nava encamên t’e’lîmên leşkerîda aminaya hindava qewatên meye sîlih’kirî zêde bûye: Nîkol P’aşînyan

Li avayê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê bi serk’arîya Nîkol P’aşînyan, şêwirdarî derbaz bûye,wextê k’îjanê feydayên t’e’lîmên leşkerîye ji 24-ê îlonê destpêbûyî h’etanî pêncê cotmehê hatine t’omerîkirinê.Ji admînîstrasîya serekwezîrê Ermenîstanê r’agîhandine,wekî Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê, ku civakê bi hazirî caba t’e’lîma daye: “Mecala me hebû, ku me alîyê bêqezîyabûnêda bida k’ifşê, ku atmosifêra aminayêye li welêt çi cûr’eîye. Derheqa wê yekêda me bi salên dirêj xeberdaye, lê bi praktîkî me dît,wekî civaka me bi hazirî caba wê yekê da”.Serekwezîr gotîye,wekî nava wî we’deyîda h’ukumatê gavên anegor avîtine û diavêje, ku r’êjîma normal stendina têxnîka leşkerî bidine ç’areserkirinê. “Em dikarin bidine k’ifşê,wekî nava encamê t’e’lîmada ne t’enê aminaya t’omerî zêde bûye, lê usa jî aminaya leşkera jî hindava berevbûnada zêde bûye. Eva tiştekî gelekî girînge”,-Nîkol P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button