Cîhan
Nîkol P’aşînyan wek’îlên h’emsedirên k’oma Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayêye Mînskê qebûl kirine

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan wek’îlên k’oma h’emsedirên Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayêye Mînskê Îgor Popov, Êndryû Şofêr, Stêfan Vîskontîn, usa jî wek’îlê sedirê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîk qebûl kirine. Çawa ku ji admînîstrasîya serekwezîr e’lam dikin, serekwezîr û h’emsedirên k’oma Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê pirsa dora safîkirina pirsgirêka Qerebag’a Ç’îya gotûbêj kirine. Bawarîya qewînkirina h’emtêk’sta ort’a alîyada û qewînkirina gavên r’êjîma agirbestê girînge.Ewana usa jî derbazî li ser pêwîstîya lazimatîya aşîtîya cime’ta û gavên berbi wan bûne.







