SerekeSîyasî

Şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye Bêqezîyabûnê bangî T’irk’îyaê kirîye, ku opêrasîyona li Sûrîyaê bidine sekinandinê

ŞAY bangî T’irk’îyaê dike, ku lez êrîşê bide sekinandinê. Derheqa wê yekêda li Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bayloza ŞAY-ye li organîzeyê K’êlî K’raft’ê gotîye. E’lametîya T’ramp’ çend deqa peyî wê yekêr’a hatîye belakirinê,wextê ku 15 endamên Şêwira Organîzeya Bêqezîyabûnê bi yekdengî t’abîya xweye hindava opêrasîyona  T’irk’îyaêye li Sûrîyaê dane k’ifşê. Hatîye dîyarkirinê,wekî xemgînî hene ku têr’orîst dikarin careke mayîn pêşda bên û pêr’a jî hûmanîtarî dikare xiravbe.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî r’ûê wê opêrasîyonêda merivên bêsûc û gune zyanê dik’evin û pêr’a jî bêqezîyabûn û qewînbûna r’êgîyonê tê t’er’ibandinê. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button