Cîhan
Welatên afrîkî dixwezin deynî modêla ermenîye “ji mek’t’ebê bîznêsê” hildin

Ermenîstanê modêla înjênêrîyê p’erwerdîyê wê t’eslîmî welatên afrîkîyê bike.Derheqa wê yekêda serk’ara fonda înkûbatora k’arxanê Amalya Yêg’oyanê gotîye.Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der hela hê meha nîsanê çûbû Yêvt’opîyaê û R’ûandayê, li wir cêrge peyman, usa jî hevk’rîyên warê têxnologîyêda îmze kiribûn.Ermenîstan dixweze cêr’ibandina çanda înjênêrîyê û pêşdabirina bîznêsê bide wan welata. Em bidine k’ifşê,wekî hevaltîyên ermenî îdî sûkên afrîkîyêda k’ar dikin.Ji wana yek jî hevaltîya amêrîkîye, merk’eza k’îjanê Yêrêvanêda heye û cêrge welatên afrîkî îdî berne’me danîne bona serwêrîkirina êlêktronîyê.