Cîhan

Yektîya Avropayê piştgirîya ce’dandinên k’oma Mînskêye nava hevr’axeberdanên bona pirsgirêka Qerebag’ê dike:Toyvo Klaar

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan wek’îlê Yektîya Avropaêyî li Kavkaza Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye. Hatîye r’agîhandinê,wekî serekwezîr daye dîyarkirinê, ku Ermenîstan pêşdaçûyîna heleqetîyên t’evî Yektîya Avropayê girîng h’esab dike û dîyaloga dualî hema şe’detîya wê yekê dide. Bi gotina P’aşînyan Yektîya Avropayê hevalk’ara Ermenîstanêye girînge û h’ukumat bona berdewamkirina r’êforma li ser qirara xweye.Wek’îlê Yektîya Avropayê daye dîyarkirinê,wekî Yektîya Avropayê jî  sixbûna hevk’arîya t’evî Ermenîstanê girîng h’esab dike û hazre piştgirîyê bide serekwezîrê Ermenîstanê, h’ukumatê, bona mîyaserkirina werguhastina.Wextê r’asthatinê fikir dora pirsgirêka Qerebag’ê hatine p’evguhar’tinê. Serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan li ser wê t’abîyêye ku nava formata k’oma Mînskêda pirsgirêk bi r’îya e’dil bê h’elkirinê.Toyvo Klaar ew yek silav kirîye û daye dîyarkirinê, ku Yektîya Avropayê piştgirîyê dide ce’dandinên k’oma Mînskê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button