H’emû nûçe

Bi fikira p’êşekzanê birîtanî T’irk’îyaê dijî k’urda fosfora sipî daye xebatê

Qewatên T’irk’îyaêye sîlih’kirî wextê opêrasîyona li bajar’ê Sûrîyaêyî R’as Êl Aynê dikaribûn cebirxana bi fosfora sipî bidana xebatê. Derheqa wê yekêda p’êşekzanê brîtanîyî alîyê sîlih’ên k’îmîyayîda Hêmîş Gordon gotîye. “Ev yek gelekî mîna wê yekêye, wekî me’nî fosfora sipîye”,- p’êşekzan gotîye, wextê ku şikil nîşanî wan dane, li k’îderê kur’ikekî 13 salî şewitîye. Bi gotina bavê wî kur’ikî ew yek şeva 16-ê cotmehê qewimîye. “Nava 24 seh’etên dawîda bi şewatên wî cûr’eyî gelek şikil nîşan dane. Fosfora sipî sîlih’eke gelekî xirabe, k’îjanê dikarin ji balafir’a, yan bi artîlêrîyaê bidine xebatê”,- p’êşekzan gotîye. K’urdên Sûrîyaê 17-ê cotmehê eskerên t’irka nava xebitandina sîlih’ên qedexekirîda gunek’ar krine. Bi r’agîhandina têlêvîzîona “ R’ûdaw”-ê gilî derheqa xebitandina t’opên bi fosforêdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button