H’emû nûçe

Ermenîstan çawa endama şêwira Organîzeya Net’ewen Yekbûîye mafên mêriv hatîye bijartinê

Ermenîstan çawa endama şêwira Organîzeya Net’ewen Yekbûîye mafên mêriv hatîye bijartinê, nava dorana 193 welatada 144 deng  stendine.Derheqa wê yekêda nava r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr nivîsîye û berewam kirîye: “Eva himberî welatê me  nava civaka navnet’ewîda şe’detîya aminayîke gelekî mezin dide, bi t’aybetî nava  pirsa p’arastina mêrivda”.Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan  borcdarîyê hildide ser xwe  ku  t’evî h’emû hevk’ara bixebite û hevk’arîyê bike  bona pêşxistina  r’ojeva mafên mêriv

Zêdetir nîşan bide
Back to top button