Piştî opêrasîyona leşkerîye li Sûrîyaê, T’irk’îya nikare bibe endama Yektîya Avropayê:serokê Çêxîyaê
Opêrasîyona leşkerî, ya Enqerêye li bakûrê Sûrîyaê xirabk’arîya leşkerîye, bo wê yekê jî T’irk’îya nikare bibe endama Yektîya Avropayê.Derheqa wê yekêda serokê Çêxîyaê Mîloş Zêman wextê hevp’eyîna bi têlêvîzîona Prahayêye “Barandov”-ê e’lam kirîye. “ Bi fikira min, wekî T’irk’îyaê xirabk’arîya leşkerî mîyaser kirîye, usaye ew nikare bibe endama Yektîya Avropaê”-, ewî gotîye. “K’omên k’urda nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê qewata here pratîk bûn.Em h’ewcê wan bûn,wextê ku lazim bû peşîya DAÎŞ-ê şer’ bikirana. Paşê Amêrîkayê, Avropayê hindava k’urdada xayîntî kirin”-,Zêman e’lam kirîye.Bi gotina wî Enqer, t’evî fînansekirina DAÎŞ-ê bûye: “T’irk’îyaê DAÎŞ fînanse dikir, ji wana neft dik’ir’î.Ji alîyê t’irkada polîsîya t’irka şer’ dikir.Ew ç’iqilên DAÎŞ-êne”,-serokê Çêxîyaê daye dîyarkirinê.Bi gotina wî, opêrasîyona leşkerî alî îslamîzasîya civaka t’irka dike. “T’irk’îya nêzîkî îslamîzma êk’strêmîzmîê bûye, wê îslamîzmê, ya ku kuştina mîyaser dike.Ew li bakûrê Sûrîyaê hate nîşandayînê”,-Zêman serda zêde kirîye.