H’emû nûçe
Dêlêgasîya serokê neh’îya Fransîyaêye Ovêrn- R’on- Alpê qedirê bîranîna cangorîyên K’omkujîyê girtine

Dêlêgasîya neh’îya Fransîyaêye Ovêrn-R’on-Alpê bi serk’arîya serok Loran Vok’îên îro li komplêk’sa k’omkujîya Ermenî qesidîne. Çawa ku ji mûzêyî-înstîtûta k’omkujîya Ermenî e’lam kirine, dêlêgasîyaê kulîlk danîne li ber heykelê bîranîna cangorîyê k’omkujîya Ermenî û bi deqa ker’bûnê qedirê bîranîna cangorîya girtine. Paşê li mûzêya k’omkujîya Ermenî qesidîne, nasîya xwe dane p’êşengeha mûzêyê, salix li ser dîroka k’omkujîya Ermenî stendine.Dawîya seredanê birêz Vok’îên li k’itêba bîranînada nivîsar hiştîye: “Ji bo bîranîna ji alîyê osmanyanda qir’kirina cime’ta ermenî. Bira ev cangorî ç’e’vên me vekirî bihêlin, bila hêsir k’enan vênesîne.Ermenîstan me borcdar dike, wekî em wê bip’arêzin”,- Loran Vok’îên nivîsîye.







