SerekeSîyasî

Li K’urdistana Îraqê ner’azîbûnên girêdayî opêrasîyona t’irkar’a ya li Sûrîyaê zêde dibin

Opêrasîyona t’irka, ya ku dijî k’urdên R’ojavaêye, r’êaksîya mezin nava k’urdên K’urdistana Îraqê pêşda anîye.Binelîyên K’urdistana Îraqê ner’azîbûnên xwe didine k’ifşê. Mesele, binelîyê bajar’ê H’elebcê Seh’îd Cebar wextê qisa t’evî miqaledarê “Basnews”-ê daye dîyarkirinê,wekî  avayê bîznêsa wîye p’or’çêkirinê 12 sala li ser avayî navê “Stembol” nivîsar bûye. Feqet wextê ku T’irk’îyaê êrîş bire li ser R’ojavayê ewî ew nav derxsitîye û li ser avayî nivîsîye “R’ojava”.Bi gotina wî wê yekê h’ukumekî  mezin li ser binelîyên H’elebcê hiştine, yên ku piştgirya wî kirine. Gelek merivên mayîn jî gotine,wekî navên dik’anên k’îjana t’irkîne, wê bêne guhar’tinê.Xwendik’arekî bi navê Soran Ah’med yê ku li T’irk’îyaê dixwîne, ji çûyîna li T’irk’îyaê paşda sekinîye. Ewî gotîye,wekî ewê xwendina xwe li K’urdistanê ser hevda bîne. Sayt’eke k’urdî, ya ku bona fîlmên t’irkî t’ercima datîne, qirar kirîye ku wê yekê neke, çawa caba beyantîyên T’irk’îyaêye li R’ojavayê. Gelek k’urda jî li Herêma K’urdistanê bi malp’er’ên sosîyalî bang kirine, ku eşîyaên t’irka nek’ir’in. Li gelek bajar’ên K’urdistanê jî kampanîyaên bona alîk’arîya R’ojavayê destpê kirine, yên ku bi înîsîyatîva spîkêra parlamênta K’urdistanê R’êvaz Fayîkê destpê bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button