SerekeSîyasî

R’ûsîya hazire di navbera k’urda û Damişqêda navçîgarîyê bike:Sêrgêy Lavrov

R’ûsîya hazire di navbera k’urda û Damişqêda navçîgarîyê bike. Derheqa wê yekêda wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov wextê prêss-konfêransa li Moskvaê e’lam kirîye. “Merem ewe, wekî h’emû t’eşkîletên k’urdaye li Sûrîyaê bik’evine nava baza welête qanûnî û konstîtûsîya welêt”,-ewî gotîye. “Pêwîstî heye ku di navbera k’urda û Damişqêda dîyalog hebe û em hazirin alî dîyaloga wî cûr’eyî bikin. Herdu alîya jî h’ewask’arîya xweye hindava wê yekêda, bona piştgirîya R’ûsîyaêye nava wê pirsêda, dane dîyarkirinê”,-Lavrov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button