H’emû nûçe

Zohrab Mnasakanyan: bona bilindkirina heleqetîyên ermenîya- brîtanîya potênsîyal heye

Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasankyan nava dorana seredana xebatêye li Londonê, r’astî wezîrê Brîtanîyaêyî pirsên Avropayê û Amêrîkayê K’rîstofêr Pînçêr hatîye.Hatîye r’agîhandnê,wekî Mnasankyanê wezîr li ser xwe guman daye dîyarkirinê,wekî h’emû mecal hene, ku heleqetîyên ermeîya-brîtanîya bighînine dereceke nû û hevk’arîya dualî  diha berfirekin.Nava vê h’emtêk’stêda dîyaloga li ser h’emû dereca girîng hatîye h’esabkirinê. Çawa alîyên hevk’arîyê govekên têxnologîyaên bilind, p’erwerdê, tûrîzmê û yên mayîn hatine dîyarkirinê.Wezîrê Ermenîstanê r’ojeva werguhstinên h’ukumata Ermenîstanê r’aber kirîye, yên ku bona qewînkirina dêmokratîyaê, mafên mêriv û azayên h’îmlîne.Wezîra usa jî derheqa pirsên navnet’ewî û r’êgîonê xeberdane.Nava h’emtêk’sta pirsgirêka Qerebag’êda, Mnasakanyan derheqa hazirkirina cime’taye bo aşîtîyê xeberdaye.   

Zêdetir nîşan bide
Back to top button