H’emû nûçe

Almanîyaê piştgirîya hindava werguhastinên li Ermenîstanê berdewamke:serekwezîr baylozê Almanîyayê qebûl kirîye

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr baylozê Almanîaêyî t’ezek’ifşkirî Mîxayêl Yohannês Banshaf qebûl kirîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê, wekî Almanîya hevalk’ara sîyasî û êkonomîkîye girînge û nava sal nîveke dawîda dînamîka hevk’arîya baş hatîye k’ifşê.Serekwezîr piştgirîya hindava li Ermenîstîanê girîng h’esab kirîye. “Meremê me yeke, ku Ermenîstan bibe anegorî normên dêmokpatîyaê û yên dijî r’uşetxwerinêye here bilind”,-serokê h’ukumatê gotîye. Nîkol P’aşînyan usa jî derheqa t’evgirêdanên Almanîyaê û Ermenîstanêye êkonomîkîda xeberdaye.Baylozê Almanîyaê gotîye,wekî h’ukumata welatê wî wê piştgirîya hindava werguhastinên li Ermenîstanê berdewam bike.Cêrge pirsên derheqa hevk’arîya nava govekên ênêrêgêtîkayê, senayê, tûrîzmê û govekên mayînda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button