SerekeSîyasî

Banka Yektîya Avropayê r’ûê sîyasîya T’irk’îyaêda peymanên t’evî T’irk’îyaê dide sekinandinê

Banka Yektîya Avropaêye învêstîsîyon h’emû peymanên nûye t’evî T’irk’îyaê dane sekinandinê, û h’emû proêkt danîne alîkî,t’enê peymana derheqa krêdîta 67 mîlîon yêvroî maye.Nevsekî  Yektîya Avropaêyî r’esmî daye dîyarkirinê, heger sîyasîya t’irka neyê guhar’tinê, h’emû proêktên t’evî T’irk’îyaê wê bêne sekinandinê. Em bêjin,wekî çend welatên Yektîya Avropayê dayîna sîlih’aye bona T’irk’îyaê dane sekinandinê, çimkî T’irk’îyaê dijî k’urda li Sûrîyaê opêrasîyona leşkerî destpê kirîye.Hinek şuxulk’arên Yektîya Avropayê jî bang kirine, ku dijî T’irk’îyaê sanksîyaên anegor pêşda bik’işînin û serda zêde kirine,wekî r’ûê êrîşa t’irkada gelek merivên sîvîl wê bêne kuştinê û h’alê li herêmê wê t’evlîhevbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button