H’emû nûçe
Kongrêsmênên ŞAY proêkta qanûna derheqa naskirina k’omkujîya Ermenîda gotûbêj dikin
Kongrêsmênên ŞAY proêkta qanûna derheqa naskirina k’omkujîya Ermenîda gotûbêj dikin. “Parlamêntvanên amêrîkî proêkta qanûna derheqa pêşdak’işandina sanksîyaên dijî T’irk’îyaê û pirsa naskirina k’omkujîya Ermenî gotûbêj dikin. Hela hê pêşda Kongrêsê ew pirs gotûbêj kiribû, wekî qewimandinên sala 1915-a, wextê k’îjana mîlîon nîvek ermenî hatine kuştinê, çawa “k’omkujî” bên navkirinê. H’ukumata T’irk’îyaê dijî wê yekêye û hîvîyêne,wekî ewê ber wê înîsîyatîvayê ber xwe bide”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.