SerekeSîyasî

R’ûsîya û T’irk’îya girêdayî zona bûfêrîyêye li Sûrîyaêr’a p’evk’etine: piştî agirbestê kontrolkirina t’evayî

Serokê R’ûsîyaê Vladîmîr Pûtîn û serokê T’irk’îyaê Êrdog’an piştî r’asthatina şeşseh’etêye li Soçîyê gihîştine p’evk’etinê.Peyî r’asthatinêr’a prêss-konfêrans derbaz bûye,wextê k’îjanê Vladîmîr Pûtîn gotîye,wekî k’urd li Sûrîyaê çawa komponênta h’îmlî tên h’esabê û gerekê wana bip’arêzin.Wextê prêss-konfêransê hatîye dîyarkirinê,wekî wezîrên herdu welataye k’arên der jî p’evk’etine, ku peymana Edeneyêye sala 1998-a careke mayîn bidine xebatê, anegorî k’îjanê hevk’arîya di navbera Enqerê û Damişqêda ya bona kontrola sînor, bi hevk’arî mîyaserkin.P’evk’etin hatîye destanînê, ku kontrolkirina t’evaîye li neh’îyên sînor nava têrîtorîya Sûrîyaêda  mîyaserkin. T’irk’îyaê wan  neh’îya kontrolke, yên ku ewê hildane bin kontrola xwe, lê R’ûsîyaê t’evî eskerê Sûrîyaê neh’îyên mayîn.Anegorî qayîlniîsarê, agirbest gerekê bi 15O-î seh’etava bê dirêjkirinê. Vladîmîr Pûtîn gotîye,wekî k’urd û r’êjîma Sûrîyaê gerekê hevr’axeberdanên berfire derbazkin, ku bighîjine h’elkirina pirsgirêkêye e’dil.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button