H’emû nûçe

Wextê p’êşengeha têxnologîyaên înovasyîon, cara e’wlin wê salona Ermenîstanêye t’evayî hebe

Li Sîngapûrê ji 11-a h’etanî 13-ê mijdarê wê p’êşengeha têxnologîyayên înovasîyon derbazbe,wextê k’îjanê salona Ermenîstanêye t’evayî wê hebe. Derheqa wê yekêda wezîrê têxnologîyaên bilind Hakob Arşakyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Eva bona hevaltîyên ermenîye têk’nolocî mecaleke nûye, ku nava sûka navnet’ewîda xwe r’aber dikin. Mecalê hebe, ku hevalk’arên nû bêne destanînê û sûkên nû bêne eşkerekirinê.Niha me lec bona hevaltîyên têk’nologî e’lam kirîye, ku nava dêlêgasîya ermenîda ew cîyê xwe bigrin, ku t’evî wê p’êşengehê bibin”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button