H’emû nûçe
Bi navçîgarîya serokê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê li Bratîslavayê wê wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye k’arên der r’astî hevdu bên
Bi navçîgarîya serokê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê li Bratîslavayê nava we’dê nêzîkda r’asthatina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye k’arên der wê derbazbe, wextê k’îjanê alî wê safîkirina pirsgirêka Qerebag’ê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda wezîrê Slovakîyaêyî k’arên der Mîroslav Layçak gotîye “Dengê Amêrîka”-ê: “Ez nava we’dê nêzîkda r’asthatina herdu wezîrên k’arên dere li Bratîslavayê t’exmîn dikim”.Bi gotina serok ew ce’dandinên wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye k’arên der bona r’îya safîkirina pirsgirêkê bilind qîmet dike. “Nava sala îsalinda me dîyalogên k’ifş ort’a serokada dîtine.Lê li ser xetê h’al tê bêjî niha e’dile”.