
K’urdekî Sûrîyaê li Jnêvê li ber avayê komîsarê Organîzeya Net’ewên Yekbûîyî pirsên mihacira xwe şewitandîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî ew meriv 31-salîye û li Almanîyaê dijî. Ewî bênzîn kirîye ser xwe, agir berî xwe daye û cêr’ibandîye bik’eve avayê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî. Pêr’a gîhandine agir bitemirînin û e’mirê wî xilazkin. Ew meriv gelekî şewitîye, lê ew gîhandine nexweşxanê.Polîsîya cî daye dîyarkirinê,wekî ew zyaneke usa k’etîye,wekî nikaribûne lêpirsînê derbazkin, lê bi t’exmîn me’nîya wê yekê ya sîyasîye.







