
Dîsa çar serokbajar’ên k’urde ji partîya Dêmokrasîya Gela ji qulixên xwe hatine derxistinê û ew nava têr’orîzmêda gunek’ar kirine, çimkî wan meriva opêrasîyona T’irk’îaêye li bakûr- r’ohilatê Sûrîyaê şermezar kirine.Em bêjin,wekî serokbajar’ê Dîyarbek’irê meha t’ebaxê ji qulixê derxistibûn û bi r’esmî ew girtine, ew nava p’êwendîyên t’evî PKK-ê gunek’ar kirine.Serokbajar’ên Bîsmîlê, K’oç’akoyê û Qayp’înarê jî ji qulixên wan derxistine û girtine, usa jî anîne serê serokbajar’ê Ercîsê. Dewsa wan serokbajar’a h’ukumata t’irka merivên xwe k’ifş kirine. Em bêjin, wekî partîya Dêmokrasîya Gela opêrasîyona t’iraye dijî k’urdên Sûrîyaê berk’ gunek’ar kirîye.







