SerekeSîyasî

Me’sûd Barzanî û baylozê Brîtanîyaê pirsên guhar’tina dêmorafîya li K’urdistana Sûrîyaê gotûbêj kirine

Lîdêrê k’urdî e’yan û sedirê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî dêlêgasîya Brîtanîyaêye bi serk’arîya baylozê Brîtanîaêyî li Îraqê Con Wîlk’s qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê h’alê li Sûrîyaê û Îraqê hatine gotûbêjkirinê.Him Barzanî û him jî Wîlk’s qayîl bûne,wekî t’u cêr’ibandinên bona guhar’tina dêmografîya têrîtorîyaên k’urdaye li Sûrîyaê nikarin bên qeblkirinê. Girêdayî wê yekêr’a fikir hatine p’evguhar’tinê.Barzanî û Wîlk’s usa jî derheqa qezîya pêşdahatina DAÎŞ-da dane dîyarkirinê. Bi xeberdana derheqa protêstokirinên li Îraqê û bangên bona milahîmkirina h’alê binelîya û cîyên xebatê, Me’sûd Barzanî daye dîyarkirnê,wekî de’wek’arî yên heqin, lê h’ukumata niha gerekê cabdarîya xebata kabînêta  h’ukumata Îraqêye berê nek’işîne.Ewî gotîye,wekî ewên ku berê bona wê yekê cabdar bûne, niha wan kêmasîya didine xebatê, bona ku zyanê bighînine kabînêta serekwezîr A’dil E’bdil Mahdî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button