H’emû nûçe
Avroparlamêntê qirar qebûl kirîye: dijî T’irk’îyaê gerekê sanksîya bêne xebitandinê

Avroparlamêntê qirara derheqa gunek’arkirina kirinên T’irk’îyaêye leşkerîye li Sûrîyaê qebûl kirîye. Pirsa derheqa xebitandina sanksîyaên dijî T’irk’îyaê anîne r’ojeva Avroparlamêntê. Bi p’ir’anîya denga r’êzolyûsîya r’aberkirî hatîye qebûlkirinê. De’w hatîye kirinê, ku welatên Yektîya Avropayê dijî T’irk’îyaê sanksîyaê bidine xebatê.Bi wê yekêva t’evayî hatîye dîyarkirinê,wekî sanksîya gerekê zyanê nedine civaka sîvîl, mihaciên Sûrîyaê û ewên ku dixwezin li Avropayê bi berne’mên p’erwerdê bixwînin. Çawa sanksîyaên wî cûr’eyî yên derheqa eşîyaên malhebûna gundîtîyêye berbi Avropayê, yan jî sekinandina qayîlnivîsara T’irk’îyaê û yektîya Avropaêye gumrikê.