SerekeSîyasî

Qewatên Sûrîya Dêmokratîk T’irk’îyaê nava t’er’ibandina agirbestêda gunek’ar dikin, û bangî ŞAY dikin ku t’evî vê pirsêbin

Qewatên Sûrîya Dêmokratîk, piştî opêrasîynona li ser sê gunda, T’irk’îyaê nava t’er’ibandina agirbestêda gunek’ar dikin, û bangî ŞAY dikin ku t’evî vê pirsêbin. “Nenihêr’î wê yekê,wekî qewatên me qirar kirine agirbestê xweykin û hêzên me ji wê neh’îyê hatine derxistinê, li k’îderê r’êjîma agirbestêye, dewleta t’irka û k’omên têr’orîstîye t’evî wan mînanî berê prosêsa agirbestê dit’ereibîne”,-nava e’lametîyêda hatîîye gotinê. Anegorî e’lametîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk, eskerê t’irka û k’omên îslamîste t’evî wan, êrîşê dibine li ser k’urda, li wan neh’îya, yên ku ji dorana hevr’aqayîlbûnê derin. Anegorî e’lametîyê ew bangî h’emû alîyên hevr’aqayîlbûnê dikin, bi t’aybetî ŞAY, ku t’evbin û dîna xwe bidine mîyaserkirina qayîlnivîsarê.K’atibê hêzên Sûrîya Dêmokratîk, yê prêssyaê Mistefa Balî gotîye,wekî ŞAY gerekê ewên ku agirbestê dit’er’ibînin bîne ber cabdarîyê, çimkî alîyên t’irka êrîş birine li ser sê gunda û sîlih’ên giran jî dane xebatê.Hatîye r’agîhandinê,wekî  hêzên Sûrîya Dêmokratîk anegorî mafê xwe gerekê xwe bip’arêzin û bona t’er’ibandina agirbestê cabdar nînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button