H’emû nûçe

Şêwira Avropayê wê piştgirîya hindava werguhastinên Ermenîstanêye h’iqûqî berdewamke:k’atiba şêwira Avropaêye sereke

Sedirê parlamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan nava dorana h’emcivîna sedirên parlamêntên welatên endamên şêwira Avropayê r’astî k’atiba şêwira Avropaêye sereke Marîya Bûrîçe hatîye. Hatîye r’agîhandinê,wekî Marîya Bûrîçê daye dîyarkirinê,wekî şêwira Avropayê bi guhdarîya mezin  dîna xwe dide werguhastinên ku li Ermenîstanê tên mîyaserkirinê, bi t’aybetî yên nava goveka h’iqûqîda, û nava wê h’emtêk’stêda r’ola parlamêntê daye dîyarkirinê. K’atiba şêwira Avropaêye sereke hazirî e’lam kirîye, ku wê piştgirîya hindava werguhstina berdewamkin.Ararat Mîrzoyan gotîye,wekî li ser r’îya werguhastina t’evî h’emû sîstêmên şêwira Avropayê hevk’arîya six heye û Ermenîstan li ser wê qirarêye, ku wan werguhastina bighînin dawîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button