Cîhan

Tîgran Avînyan û Lû Hûêyn pirsên derheqa heleqetîyên ermenîya-çînaye k’ir’în- frotanêda gotûbêj kirine

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan wek’îlê h’ukumata Çînstanêyî mexsûs, yê alîyê pirsên Avrasîyaêda Lî Hûêyn qebûl kirîye. Avînyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan pêşdaçûyîna heleqetîyên t’evî Çînsîanê çawa pirseke sîyasîya dere girîng h’esab dike. Alîya bi hûrgilî derheqa heleqetîyên ermenîya-çînaye k’ir’în- frotanêda xeberdane û vî alîda xebatên komîsîya ort’eh’ukumatîyê girîng h’esab kirine. Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê daye dîyarkirinê,wekî potênsîyala k’ifş nava govekên têxnologîyaên înformasîyon, transportê, mêtalûrîya ç’îya û malhebûna gundîtîyêda bona hevk’arîya dualî heye.Xeberdan usa jî derheqa pêrspêktîvên vekirina ç’iqleke lêk’olînkirina li  Ermenîstanê, ya hevaltîyên çînîye têk’nolocî çûye.Mecalên hevk’arîya nava doranên însîyatîva bi navê “Zonek, r’êyek” bi t’aybetî nava sîstêmên transportê, heleqetîyên Çînstanê-Avrasîyaê,r’ola Ermenîstanêye nava wê yekêda û usa jî pirsên derheqa aktîvkirina goveka tûrîzmê, hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button