Cîhan
Armên Sargsyan û Şînzo Abên p’ev k’etine h’emcivîna k’armenda t’eşkîlkin
Serokk’omarê K’omara Ermenîstanê Armên Sargsyan encamê seredana li Yaponîyaê ser hevda anîye. “R’asthatina t’evî serekwezîrê Yaponîyaê Şînzo Abê baş qîmet dikim. Em p’evk’etin, wekî t’evayî h’emcivîna ermenîya-yaponaye k’armenda sazkin.Ew dibek li Yaponîyaê bibe, wekî Ermenîstanê diha baş r’aberî Yaponîyaê û k’armendên yaponî bikin”,- wextê seredana li Yaponîyaê Armên Sargsyan gotîye û derheqa encamê wêda caba r’ojne’mevanê têlêvîzîyona “Şant’”-ê daye.Serokk’omar daye k’ivşê,wekî wextê t’evayî bixebitin, gerekê berê e’wlin hevdu naskin: “ Ev forûma wê bibe me’nî,wekî potênsîyala qewata zanistî, lêk’olînîyê û deranînê nîşan bidin, h’îmlî bi modêlkirina mat’êmatîkî.H’ewask’rîya hevk’arîyê dualîye”.