SerekeSîyasî

Me’srûr Barzanî:konflîkta li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê qewila saz dike, ku DAÎŞ careke mayîn pêşda bê

 Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî r’oja şemîyê dêlêgasîya bi serk’arîya gênêral-mayor R’obêrt Wayt’ qebûl kirîye. Wayt’ fermandarê qewatên t’evaîye. Wextê r’asthatinê usa jî konsûlê ŞAY St’îvên Fagîn hazir bûye. Fikir dora qewimandinên van axirîyaye li Îraqê û li herêmê t’omerî hildayî hatine p’evguhar’tinê. Dêlêgasîyaê şer’k’arîya pêşmergaye dijî DAÎŞ-ê bilind qîmet kirîye û careke mayîn daye dîyarkirinê,wekî piştgirîya ŞAY-ye hindava Herêma K’urdistanê wê berdewambe. Serekwezîr Barzanî gotîye,wekî opêrasîyona leşkerîye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê qewila saz dike, ku DAÎŞ careke mayîn pêşda bê.Ewî gotîye gênêral,wekî pêşmerge wê pêşer’ojêda jî t’evî hevk’ara şuxulk’arîya xwe bide koordînasîyakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button