Sênatorê ŞAY K’rîs Van Holên e’lam kirîye,wekî T’irk’îya ji zona bêqezîyabûnê der êrîşê dibe ser k’urda û bi wê yekê hevr’aqayîlbûna di navbera Enqerê û R’ûsîyaêda dit’er’ibîne.Ev e’lametî peyî wê yekêr’a belav bû, wextê ku r’oja înîyê li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê di navbera k’urda û t’irkada p’evçûyîn qewimî. R’oja sêşemê R’ûsîya û T’irk’îya p’evk’etibûn, wekî qewatên k’urdên Sûrîyaê wê ji têrîtorîya zonayê derk’evin. Van Holên gotîye, wekî êrîşa t’irkaye li ser k’urda wê careke mayîn sanksîyaên ŞAY pêşda bîne. “We’deye ku wan gava biavêjin. Bêdengî îzinê dide, ku Êrdog’an paqijkirinên êt’nîkî mîyaserke”,-sênator gotîye.Em bêjin,wekî li kongrêsê proêktên sê qanûna hatibûn pêşdak’işandinê, k’îjanada tê pêşnîyarkirinê, ku dijî T’irk’îyayê sanksîyayê pêşda bik’işînin.
Gotarên eynî
Tabûra wezîreta parastinêye bijîjkî li Macaristanê beşdarî tetbîqata leşkerî ya pirneteweyî “Şervanê wêrek-2024” dibe
02.05.2024, 16:40
Bernameyên heyî yên hevkarîyên leşkerî yên Ermenîstan-NATO ê û îmkanên berfirehkirina wan hatine gotûbêjkirin
02.05.2024, 15:45
Alîyêv xwe mikur hatîye: Adirbêcanê dijî Ermenîstanê û Qerebaxa Çîya şerê agrêsîv kirîye
02.05.2024, 14:50
Herwiha kontr’ol bike
Close