Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zlûm K’obanî t’eglîfî Kanadayê kirine ku r’ewa bi navê “Şer’k’arê r’ast” bidine wî. Vê r’ewayê hersal didine wî merivî, yê ku nava şer’ada e’mirê xwe p’êşk’êşî merivatîyê dike.Pêşîya vê yekê serokê T’irk’îyaê Êrdog’an Me’zlûm K’obanî çawa “têr’orîst” nav kiribû û berbir’î ŞAY bibû: “Têr’orîstê bin navê K’obanîda ji alîyê întêrpolêda tê ger’înê. ŞAY gerekê wî t’eslîmî T’irk’îyayêkin”. Feqet serokê ŞAY Donald T’ramp fikireke başqe derheqa fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîkda e’lam kirîye û gotîye: “Bona wan xeberên weye baş û mêrxasîyê, ez r’azalixîyê e’lamî we dikim, gênêral Me’zlûm. Hîvî dikim, ji navê min derheqa qedirgirtina hindava gelê k’urdda e’lamkin.Ez bêsebir hîvîya r’asthatina t’evî weme”. Me’zlûm K’obanî jî cabeke vî cûr’eyî daye: “Em r’azalixîyê e’lamî T’rampê serok dikin, bona wê yekê, ku ew ce’dandinên xwe dide xebatê, bona ku êrîşa T’irk’îyaê û cîhadîstaye li ser gelê me bide sekinandinê”.
Gotarên eynî
Baydên qurbanîyên qirkirina Ermenîyan bibîr tîne, berxwedana gelê ermenî rêz digire
25.04.2024, 13:50
Sêkrêtarê ewlehkarîyê wê beşdarî hevdîtina navneteweyî, ya wekîlên koordînasîyakirina pirsên ewlehkarîyê nebe
25.04.2024, 12:45
Partîyayên kurdên Tirkîyayê û organîzeyên wan bangî Enqerê kirine ku înkarkirina komkujîya Ermenî bidine sekinandinê
25.04.2024, 10:37
Herwiha kontr’ol bike
Close - Komkujîya Ermenî çawa komkujîya sedsala 20 î ye ewlin tê hesabê24.04.2024, 09:00