Cîhan

Heqîtî û r’astî nava r’êzolyûsîya dîrokîda hatine t’omerîkirinê: Zohrab Mnasakanyan

Wezîrê Ermenîstîanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan derheqa r’êzolyûsîya ji alîyê palata ŞAY-ye wek’îlada qebûlkirî xeberdaye.Wezîr mîkrobloga xweye T’wîttêrêda nivîsara xwe hiştîye,k’îjanêda r’azalixî e’lamî palata ŞAY-ye wek’îla kirîye,bona naskirina k’omkujîya Ermenî. “Heqîtî û r’astî nava r’êzolyûsîya dîrokîda hatine t’omerîkirinê. Eva qedirgirtina hindava cangorîyên k’omkujîya Ermenîye.Bona wan 4O5 denga em r’azalixîyê e’lam dikin.Eva dîsa mecaleke bi sirêye, bona ku li t’emamîya dinîyaê îzina beyantîyên bi massayî nedin”,- Zohrab Mnasakanyan gotîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button