H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyan û Sêrgêy Şoygû hevk’arîya ermenîya-r’ûsaye nava goveka p’arastinêda gotûbêj kirine

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wezîrê Fêdêrasîya R’ûsîyaêyî p’arastinê, gênêral Sêrgêy Şoygû qebûl kirîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî Nîkol P’aşînyan heleqetîyên ermenîya-r’ûsaye stratêgî bilind qîmet kirîye û daye dîyarkirinê,wekî r’asthatinên di navbera seroketîya Ermenîstanê û R’ûsîyaêda, hevk’arîya nava govekên cuda-cudada şe’detîya hevk’arîya dualîye dînamîk didin.Serekwezîr bi r’azîbûn  derheqa hevk’arîya herdu welataye leşkerîda xeberdaye û gotîye,wekî seredana wezîrê R’ûsîyaêye li Ermenîstanê wê alî berfirebûna wê yekê bike.Wezîrê R’ûsîyaêyî p’arastinê gotîye,wekî hevk’arîya dualîye nava goveka p’arastinêda bi aktîvî pêşda diçe.Ewî îmzekirina berne’ma sala 2O2O-î, ya hevk’arîya wezîretên herdu welataye p’arastinê girîng h’esab kirîye.Wextê r’asthatinê fikir dora pêşdaçûyîna heleqetîyên ermenîya-r’ûsaye stratêgîda, hevk’arîya nava goveka leşkerî-têxnîkîda, pirsên r’êgîyonê û navnet’ewîda, usa jî girêdayî h’alê Sûrîyaêr’a p’evguhar’tine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button