H’emû nûçe

R’êzolyûsîya palata wek’îla nava şer’k’arîya dijî înk’arkirina k’omkujîyê bangeke mezine:wezîreta Ermenîstanêye k’arên der

Ermenîstan qebûlkirina r’êzolyûsîya h’ejmara 296-a ya ji alîyê palata Kongrêsa ŞAY-ye wek’îlada qebûlkirî silav dike, bi k’îjanê ŞAY t’abîya xweye hindava k’omkujîya Ermenîda îzbat dike.Derheqa wê yekêda nava e’lametîya wezîreta Ermenîstanêye k’arên derda hatîye dîyarkirinê. “Ev r’êzolyûsîya bi k’emala xweva girînge, çimkî ew yek naskirina r’esmîye. Wî çaxî cime’t û seroketîya ŞAY ce’dandinên mezin dane xebatê, ku caba beyantîyên dijî ermenîya mîyaserkirî bidin, alî wana bikin, yên ku ji k’omkujîyê filitîbûn. R’oja îroyîn ŞAY bûye mala olk’a ermenîye qewat û aktîv, yên ku emekê xwe kirine nava destanînên ŞAY. Ev r’êzolyûsîya qedirê bîranîna cangorîyên k’omkujîya Ermenî digre, qedir û hurmetê hindava wana dide k’ifşê.Ermenîstan r’azalixîyê e’lamî endamên palata ŞAY-ye wek’îla dike,bona wê yekê.Ev r’êzolyûsîya emekê mezine nava ce’dandinên civaka navnet’ewîda, bona ku li qulç’ên dinîaêye cuda-cuda k’omkujîyên nû û beyantîyên bi massayî neyêne wek’ilandinê, yên ku r’oja îroyîn dîsa fe’mdarîya merivatîyê didine h’ejandinê. R’oja îroyîn em usa jî r’azalixîyê e’lamî welatên dinîaêye mayîn dikin, yên ku pêşda k’omkujîya Ermenî nas kirine û emekê xwe kirine nava wan ce’dandina. Ermenîstanê bi k’ûrayî wê hevk’arîya t’evî hevalk’arên navnet’ewî berdewamke û wê bona îzinnedayîna k’omkujîya û t’er’ibandina mafên mêriv, h’îmên qewîn çêke”,-nava e’lametîya wezîreta Ermenîstanêye k’arên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button