H’emû nûçe

Serekwezîrê Ermenîstanê qirara dîrokî, ya plata Kongrêsa ŞAY-ye wek’îla silav kirîye

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda nivîsara xwe hiştîye û ewî qirara Kongrêsêye dîrokî silav kirîye. “Ez dengdayîna dîrokî, ya plata Kongrêsa ŞAY-ye wek’îla, ya derheqa naskirina k’omkujîya Ermenîda, silav dikim.R’êzolyûsîya qebûlkirî gaveke mezine bona heqîtî û r’astîya dîrokê, ya ku usa jî piştgirîê dide peyîhatîyên k’omkujîya Ermenî. Ez bi dil peyîhatîyên k’omkujîyêye li Amêrîkayê pîroz dikim, bi saya şuxulk’arîya sîyasî û civakî ev qirar hate qebûlkirinê”,-P’aşînyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button