Cîhan

Şoygû: baza R’ûsîyaêye li Ermenîstanê hazier t’evî qewatên ermenî li ber qezîyaên li r’êgîonê ber xwe bide

Baza R’ûsîyaêye leşkerîye li Ermenîstanê gar’anta qewînbûna li Kavkazêye, ya ku dikare t’evî eskerê Ermenîstanê li r’êgîonê li ber her qezîyakê bisekine.Derheqa wê yekêda, wezîrê R’ûsîyaêyî p’arastinê Sêrgêy Şoygû gotîye. “Baza  r’ûsîye 1O2-a li ser têrîtorîya Ermenîstanêye, ya ku gar’anta qewînbûna r’êgîyona Kavkazêye.Min îro li wir lênihêr’andin derbaz kirîye.Baza dikare t’evî qewatên ermenî li ber her qezîyake li r’êgîyonê bisekine”,-Şoygû wextê hevr’axeberdanên t’evî wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan, gotîye.Ewî Ermenîstan çawa t’ifaqdara R’ûsîyaê û usa jî li Kavkazê t’ifaqdara sereke nav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button