SerekeSîyasî

Sûrîya: bomba ku ji alîyê t’irkada hatibû avîtinê, li r’ex leşkerên r’ûs k’etîye

T’opa ji alîyê t’irkada berdayî k’etîye nêzîkî wê neh’îyê, li k’îderê leşkerên r’ûs sekinîne.Kanîyên înformasîyone cî r’agîhandine,wekî r’ûê wê yekêda şeş binelîyên sîvîl birîndar bûne, usa jî leşkerekî R’ûsîyaê birîndar bûye. Birîndar cîguhastî nexweşxanê kirine.Ev qewimandin çend seh’et pêşîya serhevdahatina we’dê agirbesta di navbera T’irk’îyaê û qewatên k’urdên Sûrîyaêda qewimîye.Em bêjin,wekî T’irk’îya û R’ûsîya p’evk’etibûn, ku agirbesta 15O-î seh’etê îzbatkin, wextê k’îjanê qewatên k’urda gerekê ji herêmê derk’etana, lê Enqere û Damişq gerekê neh’îyên sînor hildana bin kontrola xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button