Serekwezîrê K’urdistanê fonda hûmanîtarîye bona piştgirîya mihacirên nûye ji K’urdistana Sûrîyaê qebûl kirîye.Ew pêşnîyar ji alîyê wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ R’êber Ah’medda hatîye pêşdak’işandinê û wextê civîna h’ukumatê hatîye qebûlkirinê. Piştî nehê cotmehê, piştî destpêka opêrasîyona t’irkaye li bakûrê Sûrîyaê, bi h’ezara binelîyên e’dil cîguhastî K’urdistanê bûne. Ji deh h’ezara zêdetir meriv çûye k’urdistana başûr û li wir sêwirîne. Me’srûr Barzanîyê serekwezîr bangî h’ukumata Îraqê, civaka navnet’ewî û t’eşkîletên welatên der kirîye, ku piştgirîyê bidine vî h’alê hûmanîtarî.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close