SerekeSîyasî

P’evçûyînên van dawîyaye di navbera qewatên t’irka û Sûrîyaêda didine k’ifşê,wekî hevr’aqayîlbûn qewîn nîne

Ajansa R’êytêrê e’lam kirîye, wekî li ser h’îmê kanîyên Sûrîaêye înformasîyon, r’oja çarşemê eskerê t’irka nêzîkî bajar’ê R’as Al aynê k’etine nava şêr’.Hatîye r’agîhandinê,wekî  k’omên T’irk’îyaê malên binelîyên cîye nêzîkî wî bajar’î dane ber gula û nehiştine ku meriv nêzîkî stansîya avêbin.Wana ava li provînsîya H’esekê dane sekinandinê.R’oja çarşemê wezîreta T’irk’îyaêye p’arastinê e’lam kirîye,wekî 18 meriv hatine girtinê, yên ku tên h’esabê çawa merivên serokê Sûrîyaê Başar Esed.Ev p’evçûyînên dawî didine k’ifşê,wekî  qayîlnivîsara di navbera Enqerê û Moskvayêda qewîn nîne.Qewatên Esed r’astî wan qewatên cî hatine, yên ku ji alîyê Enqerêda tên piştgirtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button