Cîhan

Prînsîpên înîsîyatîva “Hevk’arîya serk’arîkirina vekirî” anegorî pirsên h’ukumatêne:serekwezîrê Ermenîstanê

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr serk’arê înîsîyatîva bi navê “Hevk’arîya serk’arîkirina vekirî” Sancêy P’radan qebûl kirîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî serekwezîr daye dîyarkirinê, ku Ermenîstn girîngîyê dide endamtîya nava înîsîyatîva “Hevk’arîya serk’arîkirina vekirî”, prînsîpên k’îjanê bi t’emamî anegorî şuxulk’arîya h’ukumata Ermenîtanêne.Bi gotina serekwezîr, piştî şorişa  e’dil,  Ermenîstan bi r’îya qewatkirina înstîtûtên dêmokratîk pêşda diçe û ji alîyê h’ukumatêda bona wî meremî stratêgîyaên anegor îzbat bûne.Sancêy P’radan gotîye,wekî r’ola Ermenîstanêye nava wê înîsîyatîvayêda girînge û nava dorana 79 welatada çawa welatê alîyê dêmokratîyaêda pêşk’eftî tê h’esabê. Ewî gotîye,wekî serk’arîkirina vekirî dikare piştgirîyê bide açixîyên dêmokratîk.Sancêy P’radan pêşnîyar r’aber kirine girêdayî werguhastinar’a û hazirî e’lam kirîye, ku nava şuxulk’arîya werguhastinada piştgirîyê bidin.Fikir dora berne’ma bi t’evaîye bi sirêda hatine p’evguhar’tinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button