SerekeSîyasî

Vîdêo û fotoşikilên e’wlin yên opêrasîyona t’unekirina serk’arê DAÎŞ-ê hatine belavkirinê

Pêntagonê cara e’wlin vîdêo û fotoşikilên opêrasîyona bona t’unekirina serokê DAÎŞ-ê E’bûbek’ir Al Beg’dadî belav kirine.Vîdêoyêda tê k’ifşê, ku çawa ji herdu alîyava dora wî avayî digrin, li k’îderê Beg’dadîye. Gênêralê ŞAY K’ênnêd Makkênzî wê yekê şirove dike.Bi gotina gênêral, vîdêoyêda tê k’ifşê, ku çawa ç’ekdarên DAÎŞ-ê berbi qewatên ŞAY agir dikin.Usa jî tê k’ivşê, ku çawa qewatên hewê êrîşê dibin.Wek’îlê Pêntagonê daye dîyarkirinê,wekî serk’arê DAÎŞ-ê xwe û sê zar’okên xwe t’eqandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button