SerekeSîyasî

Frak’sîyaên Îraqêye sîyasî bona hilbijartinên ji we’de zûtir p’evk’etine

Cêrge k’omên Îraqêye sîyasîye mezin girêdayî wan protêstokirinar’a, yên ku dijî h’ukumatê tên derbazkirinê, berev bûne û peyî wêr’a ew qayîl bûne, ku hilbijartinên ji we’de zûtir derbazkin.Hatîye r’agîhandinê,wekî r’asthatina serokê Îraqê Berhem Salih’e t’evî lîdêrên sîyasî alî dane yekkirinê, bona ku hilbijartinên ji we’de zûtir derbazkin, guhar’tina nava konstîtûsîyaêda bikin, r’êforma derbazkin û protêstokira bip’arêzin.Wextê r’asthatinê serekwezîrê Îraqê A’dil Mehdî, serokê parlamêntê Meh’med Al Xlbûsî, şêwirmendê bêqezîyabûna miletîyê Falih’ Fayad, serekwezîrê berê  Nûrî Al Malîkî û serokê t’eşkîleta “Bedir” Hadî Al Amerî hazir bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button