SerekeSîyasî

Ji 14 000-a zêdetir mihacirên ji Sûrîyayê meha cotmehêda derbazî Herêma K’urdistanê bûne

P’êla mihacirên ji Bakûrê Sûrîyayêye berbi Herêma K’urdistanê mezin dibe û ji destpêka mehê h’etanî niha ji 14 000-a zêdetir mihacirên ji Sûrîyayê derbazî K’urdistana Îraqê bûne. Derheqa wê yekêda ji merk’eza h’ukumata Herêmêye koordînasîon r’agîhandine. Hatîye gotinê, wekî hema r’oja yekşemê 256 mihacir çûne li wir û ewê qamp’a Gavîlanê, li Dihokê bêne cîwarkirinê. H’evtîya derbazbûyî h’ukumata herêmê civîna xweda bo ku fonda herdemî bona h’alê wî cûr’eyî sazkin ku pirsgirêkên mihacira bidne h’elkirinê.Serokê qeza Dihokê bangî Orgenîzeya Net’ewên Yekbûyî, t’eşkîletên nevnet’ewîye mayîn kirîye ku piştgirîyê bidine mihacira, çimkî zivistan nêzîk dibe. Em bêjin, wekî nava van salên dawîda li K’urdistanê mîlîonek heysid h’ezar mihacir mane, yên ku ji Sûrîyayê û neh’yên Îraqêye mayîn ji sala 2014-ada, r’ûyê êrîşên DAÎŞ-êda hatine K’urdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button