H’emû nûçe

Naskirin qewate, lê ne ku ze’yîfbûne:serokk’omarê Ermenîstanê t’evî r’ojne’ma “Nyû York’ T’ayms”-ê derheqa k’omkujîya Ermenîda xeberdaye

Naskirina k’omkujîya Ermenîye ji alîyê T’irk’îyaêda wê t’evî wê yekbe,wekî ew welat bê guhar’tinê. Derheqa wê yekêda serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan wextê hevp’eyvîna t’evî r’ojne’ma “Nyû York’ T’ams”-ê gotîye. “Naskirina wê yekê,wekî nava jîyana xweda, malbetê, nava heleqetîyên t’evî hevalada te şaşî kirîye,qewate. Ew yek nîşana ze’yîfbûnê nîne”-,serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan gotîye,wextê ku derheqa k’omkujîya Ermenîda xeberdaye û derheqa sîyasîya T’irk’îyaêye înk’arkirnêda daye dîyarkirinê. “Armênprêss”-ê miqala “ Nyû York’ T’ams”-ê r’aber kirîye, k’îjanêda derheqa r’êzolyûsîya naskirina k’omkujîya Ermenîye ji alîyê ŞAY-da hatîye dîyarkirinê. Xudanê miqalê usa jî derheqa dîroka Qerebag’êda nivîsîye û gotîye,wekî r’oja îroyîn sînorên Ermenîstanêye t’evî Adirbêcanê û T’irk’îyaê girtîne û t’enê sînorê t’evî Gurcistanê û Îranê vekirîne.Xudanê miqalê nivîsîye,wekî sê mîlîon welatîyên Ermenîstanê her dem t’evî Dîsyaporayê t’evî p’êwendîyadanin, û pêr’a jî nivîsîye,wekî li welêt sala 2O18-a şorişa e’dil qewbimî,wextê k’îjanê qet niqitkeke xwînê jî nehate r’êtinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button